Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

HRANA: Dewleta Îranê 54 hezar xwepêşandêr binçav kir

HRANA'yê ragihand ku ji destpêka çalakiyên şermezarkirinê û vir ve li Îranê û Rojhilatê Kurdsitanê nêzî 54 hezar xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî bîlançoya dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir.

HRANA ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve 7 hezar û 10 kes hatine qetilkirin. Ji qurbaniyan 6 hezar û 506 kes xwepêşandêr bûn ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin. Heman çavkaniyê ragihand ku 53 hezar û 845 xwepêşander hatine binçavkirin, her wiha 25 hezar û 845 xwepêşander birîndar bûn.

HRANA da zanîn ku ji serê xwepêşandanan ve 141 xwendekarên zanîngehê hatine binçavkirin, 11 hezar û 52 kes ji bo lêpirsînê ji bo dezgehên rejîma Îranê hatine gazîkirin. Her wiha 355 xwepêşander bi darê zorê neçarî îtîrafê hatine kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê doh bi raporekê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê heta niha nasnameya 240 xwepêşanderên Kurd ên bi destê rejîma Îranê li bajarên cuda hatine qetilkirin, hatine eşkerekirin. Her wiha da zanîn ku dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê rê nadin malbatan ku miriyên xwe li goristana bajêr û cihê niştecihbûna wan bispêrin axê an jî cenazeyên wan vegerînin bajarên wan, ji ber wê malbatan neçar kirine ku hezkiriyên xwe li bajarekî an gundekî din bispêrin axê.